Serok Barzanî: Peyama raperînê zelal e, gelê me bindestiyê û zilmê qebûl nake

05 March 2020 13:04 0 dîtin
Serok Barzanî: Peyama raperînê zelal e, gelê me bindestiyê û zilmê qebûl nake

‏PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 29emîn Salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî di  peyama xwe de got, Peyama raperînê zelal e, gelê me bindestiyê û zilmê qebûl nake

Serok Mesûd Barzanî ‏Îro Pêncşemê (05.03.2020) bi mînasebeta bîst û nehemîn salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê medya civakî ” belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di wê peyama xwe de got: “Bilind û pîroz be, bîst û nehemîn Salvegera Raperîna gelê Kurdistanê.”

Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Peyama raperînê ji bo hemû aliyan zelal e, gelê me bindestiyê û zilmê qebûl nake.”

Îro salvegera destpêkirina Raperîna gelê Herêma Kurdistanê li dijî rêjîma Beisa Iraqê ye.

Xelkên Herêma Kurdistanê rojeke weke îro ango 5ê adara 1991ê li bajarê Ranyayê yê bi ser Silêmaniyê ve li dijî Sedam Hisên raperîneke mezin pêk anî.

Di roja ewil a raperînê (serhildan) de herêmên Cwarkurna, Deşta Bitwenê, Heciawa hatin rizgarkirin. Roja din (6ê adarê) deştên Bazyan û Pişderê ê girêdayî Silêmaniyê ji leşkerên Sedam hatin xilaskirin. Wî gelî 7ê Adarê berdestê sibehê Midûriyeta Ewlekariyê û Qereqola Selamê kontrol kir.