PDK: Ji bo serokomariya Iraqê namzedê me û YNKê yê hevbes nîne

12 September 2022 18:55 0 dîtin
PDK: Ji bo serokomariya Iraqê namzedê me û YNKê yê hevbes nîne

PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, derbarê hevdîtinên ligel partiyên Kurdistanê de daxuyanî da.

Berdevkê PDKê da zanîn, gotûbêjên ligel hemû aliyan berdewam dikin û destnîşan kir, ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ti namezedekî wan ê hevbeş ji bo Serokomariya Iraqê nîne.

Mehmûd Mihemed, herwiha got ku divê rêyeke çareseriyê ji bo rewşa xitimîna siyasî ya li Iraqê bê dîtin.

YNKê piştî hilbijartinên Cotmeha 2021ê car din serokomarê niha yê Iraqê Berhem Salih kandîd kiribû û PDKê jî namzedê xwe nîşan dabû ku heta niha ji ber rewşa aloz a siyasî li Iraqê parlamentoyê serokomarê nû yê Iraqê ne hilbijartiye.