Berdevkê PDKê: PDK û YNKê hê li ser namzedê hevbes lihev nekirine
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed da xuyakirin heta niha YNK û PDKê li ser namzedekî hevbeş ji bo postê serokomariya Iraqê lihev nekirine.
Mihemed di civîneke rojnamevanî de ragihand ku YNK û PDK niha di gotûbêjan de ne û heta niha negihîştine rêkeftineke dawî li ser namzedê hevbeş ê postê serokomariyê.
Berdevkê PDKê got: “Pirsgirêkên Iraqê ti carî bi serokomar ve girêdayî nebûne, ez bawer nakim ku pirsgirêk bû. Rast e YNK û PDK xwedî têgihîştinên cuda ne, lê pirsgirêka Iraqê ji serokomariyê mezintir e.”
Mihemed bal kişand ser: “Kurtkirina mijarên di serokatiya herêmê de siyaseta medyayî ya hinek aliyên şîe di dema borî de bû, ji ber ku wan nebûna namzedekî hevbeş ê kurd weke ‘mezintirîn’ asteng li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê bi nav kirin, lê pirsgirêka herî mezin di nav şîeyan de bû ne kurd bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin