Berdevkê PDKê bersiva gotinên Seidî Pîre da: PDKê ti carî hewl nedaye YNKê teslîm bigre
PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bersiva berpirsê YNKê Seidî Pîre da ku gotibû, PDK “bi ser xwe de çûye”.
Endamê polîtburoya YNKê Seidî Pîre ji malperekê re gotiye, qaşo PDKê bi 45 kursiyan bi ser xwe de çûye.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed bersiva Seidî Pîre da û got, hêza PDKê ne tenê 45 kursiyên parlementoyê ye, belkû piraniya xelkê Kurdistanê piştevaniya wê dikin û PDK jî xwe nûnerê wan dibîne.
Mehmûd Mihemed diyar kir, ji bilî wê yekê PDK di xema berjewendiyên bilind yên netewî û niştimanî de ye û xwe berevanîkerê maf û azadiyên gelê xwe dibîne û bo parastina destkeftan jî xwe berpirsiyar dibîne.
Berpirsê PDKê da xuyakirin, eger PDK bi ser xwe de çûba, bo pêkanîna hikûmetê li deriyên aliyên siyasî nedida û bi wan re hevdîtin nedikir, dê yekser Mesrûr Barzanî li ser esasê piraniya kursiyên parlementoyê û bi tena xwe hikûmet pêk anîba.
Mehmûd Mihemed herwiha piştrast kir ku PDKê ti carî hewl nedaye YNKê teslîmî xwe bike belkî hewl daye YNKê û hemû aliyên din tevlî hikûmet û rêveberiya welat bike û hurmeta hêz û hebûna wan bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin