Berdevkê YNKê: Me biryar daye ligel PDKê çi di berjewendiya gelê Kurd de be bikin

29 May 2022 14:04 0 dîtin
Berdevkê YNKê: Me biryar daye ligel PDKê çi di berjewendiya gelê Kurd de be bikin

PeyamaKurd – Di demeke ku amadekariyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo civîna hevbeş dewam dikin de, Berdevkê YNKê Soran Cemal Tahir got: “Me her du aliyan biryar daye, her çi di berjewendiya gelê Kurd de be, bikin.”

Hefteya borî piştî demek dirêj yekem car Polîtburoya PDK û YNKê ji bo asayîkirina pêwendiyan li Hewlêrê civiyan û gihîştin nêrîneke hevbeş ku car din lihev bicivin.

Berdevkê YNKê Soran Cemal Tahir li ser mijarê ji K24ê re daye xuyakirin: “Civîna hefteya borî ya PDK û YNKê, civîneke girîng bû, ji ber ku di du mehên borî de me birînên hevdu kolandibûn, ji ber wê yekê di vê civînê de binemayek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera me de hatiye danîn û zincîreyek ji hevdîtinan tê kirin.”

Berdevkê YNKê destnîşan kir: “Me her du aliyan biryar daye, her çi di berjewendiya gelê Kurd de be, bikin.”

Li aliyê din Berpirsê Liqa Çarem a PDKê li Silêmaniyê Berzan Osman jî gotiye: “Pêwîst e em hêlên giştî biparêzin, wek pêwendiyên me ligel Bexdayê, pêwendiyên herêmî û hêla hikumdariyê. PDK û YNKê di hikumdariyê de hevbeş in û divê bi berpirsyarî vê hevbeşiyê hilgirin. Bi taybet ku niha proseya hilbijartinê li pêş me ye û divê bi hev re hewleke cidî ji bo wê bidin.”

Hêjayî gotinê ye, di civîna hefteya borî de, PDK û YNKê tekezî li ser hevkarî û piştevaniya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên wê yên rewa û nehîştina şerê ragihandinê li hember hev kiribûn.