Îdia: Sedr biryar daye ku malnisîn bibe
PeyamaKurd – Doh duşemê (09.12.2024)an, rêberê Tevgera Sedrî ya Şîe ya navdar Muqteda Sedr, biryar daye ku ji rêbertiyê dest bikêşe û malnişîn bibe, ji ber kiryarên hin alîgirên xwe.
Çavkaniyekî ji ofîsa El-Sedr ji Şefeq Newsê re ragihand, “El Sedr ji ber bûyerên duh (duşemê) û bûyerên bi vî rengî biryar da ku ji rêbertiyê dest bikêşe.”
Wî çavkaniyî anî zimên ku “Biryara Sedr ji ber baweriya wî bû ku hîn jî xelk bi plan û gendeliya rojavayî tên xapandin û ji nirx, prensîp û rahênanên wî bi dûr dikevin.”
Roja duşemê, komek ji alîgirên Tevgera Sedrî wêne û dîwarên kesayetên sereke yên “Eksena Berxwedanê” çirandin, û ev bû sedem ku rêberên Sedrî tawanbaran bigirin û radestî hêzên ewlehiyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin