Ji PDK û YNKê biryara Kerkûkê: 'Me biryar daye em bihevre kar bikin'

09 January 2024 18:25 0 dîtin
Ji PDK û YNKê biryara Kerkûkê: 'Me biryar daye em bihevre kar bikin'

PeyamaKurd – Di civîna şandên malbenda Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) û şanda baskê Kerkûkê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de, biryar hate dayîn li Kerkûkê bihevre kar bikin.

Berpirsê Malbenda Kerkûkê yê YNKê Rewend Mela Mehmûd di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtina herdu şandan de got: “Pêwendiyên me yên cîdî û baş ligel biraderên PDKê hene û îro ji bo pîrozbahiyê em hatin baskê 3 yê PDKê û wan jî bi germî pêşwazî li me kir.”

Berpirsê YNKê diyar kir, serdana wan bi awayekî birayane û dostane bûye û pêwendiyên wan ligel hevdu wê berdewam bikin.

Berpirsê baskê 3 yê Kerkûkê yê PDKê Mihemed Kemal jî ragihand, “Em bixêrhatina birayên xwe yên malbenda Kerkûkê ya YNKê dikin, ku hatine ji bo pîrozbahiyê û me biryar daye em bihevre kar bikin.”

Mihemed Kemal got, “Me piştevaniya xwe ji bo daxwazên rûniştvanên taxa Newrozê diyar kir ku ew xanî ne milkên wezareta berevaniya Iraqê ne û li bajarên din jî heman pirsgirêk heye û hatine çareser kirin. Ji bo wê jî pêwîste li Kerkûkê jî bê çareser kirin.”