Nûrî Malikî bû namzedê posta serokomariya Iraqê
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Dewleta Yasayê ya Iraqê serokê hevpeymaniyê Nurî Malikî ku berê jî serokwezîrtî kiribû, wekî namzedê posta serokomariya Iraqê destnîşan kir.
Parlamentarê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Muhammed es-Sayhud, ji medya Iraqê re ragihand ku wan civînek li dar xistiye û wekî namzedê serokomariyê li ser serokwezîrê berê Nûrî el-Malikî biryar hatiye dayîn.
Malikî jî li ser medya civakî piştî ragihandina namzediya wî got, divê hikûmeta nû ya bê avakirin, peyama xizmetê bide û çi aliyên beşdarî hilbijartinan bûne yan nebûne, li derve nehêle û navêje derveyî siyasetê.
Nûrî Malikî ji sala 2003yan wir de, du caran serokwezîrtiya Iraqê kiribû û ji ber siyaseta wî mezhebî rastî rexneyan hatibû ku di heyama wî de DAIŞê beşek mezin ji axa Iraqê xistibû kontrola xwe.
Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna Tevgera Sedir ji parlamentoya Iraqê, Çaçoveya Hevahengiyê şa şîe di nav hewldana avakirina hikûmetê de ye ku tevî 9 meh bi ser hilbijartinan de derbas bûne jî hîn hikûmet nehatiye avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin