Nûrî Malikî: Daxwaza posta serokwezîriyê nakim
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvînekê de, li ser wergirtina posta serokwezîriyê ya piştî hilbijartinên pêşwext axivî û got, ew naxwaze posta serokwezîriyê werbigire.
Malikî ji kanala el Alem a Îranê re diyar kir, ew naxwaze posta serokwezîriyê werbigire û eger piştî hilbijartinan careke din daxwaza serokwezîriyê lê werekirin, ew ê wê postê werbigire.
Herwiha Nûrî Malîkî destnîşan kiriye, ew pêşbînî dikin hizba wan di hilbijartinên pêşwext de dengekî zêde bistîne û bibe hizba yekem.
Malikî daye zanîn, ew naxwaze posta serokwezîriyê werbigire, lêbelê amade ye her rolê werbigire. Ew ê daxwaza wergirtina posta serokwezîriyê neke, lê eger daxwaz lê hat hat kirin jî, ew ê wê postê werbigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin