Artêsa Tirkiye êrîsî çeperên YPGê yên Til Rifet û gundên Efrînê kir
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, îro gundên Efrînê yên di destê YPGê de û derdora bajarokê Til Rifarê topbaran kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê topbaran hîn jî berdewam e û heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî û madî de nehatine.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku artêşa Tirkiyê bi moşek û topan êrîşî derdora bajarokên Til Rifat, Dêr Cemal û balafirgeha Minigê yên li rojhilatê Efrînê dike.
Herwiha doh danê berêvarê jî topeke ku ne diyar bû ji ku ve hatiye avêtin, li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ya li nava Efrînê ket û di encamê de 3 welatî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin