Tirkiye: Me li Til Rifetê êrîsî civîna YPGê kir

24 February 2020 19:41 0 dîtin
Tirkiye: Me li Til Rifetê êrîsî civîna YPGê kir

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li bakurê Sûriyê êrîşek bi ser civîneke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de pêk anîne û 6 endamên YPGê hatine kuştin ku 2 ji wan jî fermand in.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, êrîş îro li bajarê Til Rifetê li bakurê Sûriyê û bi hevahnegiya soziya Îstixbarata Tirkiyê (MIT) hatiye encamdan.

MSBê da xuyakirin ku êrîş bi ser civîneke YPGê de hatiye kirin û di encama wê êrîşê de 6 kes ji endamên YPGê hatine kuştin û 2 ji wan jî fermandarên YPGê bûne.

Hîn ji aliyê HSD û YPGê ve derbarê rastiya vê êrîşê de daxuyaniyek nehatiye belav kirin.