Kerkûk | DAISê êrîsî çeperên artêsa Iraqê kir
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, do bi şev li sînorê gundekî ser bi qeza Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê, êrîşî ser çeperên artêşa Iraqê kirin û di encamê de leşkerek birîndar bû.
Li gor Qaymaqamê Daqûqê Luyis Fendî diyar kiriye: “Îşev terorîstên DAIŞê li sînorê gundê Zinglawe ya nêzîk Dola Çay a ser bi qeza Daqûqê, êrîşî ser çeperên artêşa Iraqê kirin. Li gor zanyariyên destpêkê leşkerekî artêşê di encama wê êrîşa DAIŞê de birîndar bûye.”
Herwiha ji aliyê din ve gotegot hene ku leşkerekî din ê artêşa Iraqê jî di encama wê êrîşa terorîstî ya DAIŞê de hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin