Dîmenên dema fermana Erdogan a êrîsa asmanî ya ser Rojava-Basûr hatin belavkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku fermana operasyona êrîşa asmanî ya şeva borî bi ser hin deverên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve, dema vegera ji Lûtkeya G20an a li Endonezyayê hatiye dayîn.
Serokomariya Tirkiyê li ser medya civakî digel çend dîmenan ragihand ku Erdogan di vegera ji Endonezyayê de, fermana operasyona asmanî ya bi navê Pençe Kiliç de daye.
Di dîmenên belav bûne de, Erdogan ligel Wezîrên Berevaniyê Hulusî Akar û Sererkanê Artêşa Tirk û fermandarê hêzên asmanî xuya dike.
Şevê din artêşa Tirkiyê bi balafirên şer ên F16 ji ser bajarê Diyarbekirê ve, êrîşeke berfireh a asmanî li dijî herêmên wekî Kobanî, Eyn Îsa, Şehba û dorûbera Minbicê pêk anîbû û li gorî SOHRê 9 şervanên HSDê û 6 jî leşkerên Sûrî di encama êrîşê de hatine kuştin.
Herwiha êrîşa asmanî hevdem li nav axa Herêma Kurdistanê jî li dijî binkeyên PKKê hatibû kirin ku derbarê ziyanên wê êrîşê de hîn zanyariyên zelal belav nebûne.
? Erdoğan’ın, Endonezya dönüşünde #Rojava ve Kürdistan Bölgesi'ne yapılan hava operasyonunun, talimatını verdiği anlar paylaşıldı. #TwitterKurds #aanes #Kobanê #Kobani #Erdogan #TSK #DSG #YPG #PKK #PYD pic.twitter.com/2rrkTGKfHR
— PeyamaKurd (@peyamakurd) November 20, 2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin