Îro ji bo xwe namzedkirina serokomariya Iraqê roja dawî ye

09 March 2022 19:03 0 dîtin
Îro ji bo xwe namzedkirina serokomariya Iraqê roja dawî ye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 9ê Adarê ji bo xwe namzedkirina hilbijartinên serokomarê nû yê Iraqê roja dawî ye.

Endamê şanda danûstankar a PDKê li Bexdayê Muhsîn Seidun daye zanîn ku îro roja dawî ye ji bo xwe namzed kirina hilbijartina serokomarê Iraqê û gotiye, piştî temambûna dema namzedbûnê, sê roj ji bo îtîraza namzedan hatine diyar kirin û piştî wê jî Parlamentoya Iraqê wê ji bo hilbijartina serokomar bicive.

Hêjayî gotinê ye, divê di demeke kurt de serokomar bê hilbijartin daku xebatên bo kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê werin kirin.