Hêzên Iraqê li Singalê bicih bûn: Îro ji bo PKK Singalê vala bike roja dawî ye

01 December 2020 15:56 0 dîtin
Hêzên Iraqê li Singalê bicih bûn: Îro ji bo PKK Singalê vala bike roja dawî ye

PeyamaKurd – Li gorî rêkeftina Şingalê ku hêzên fermî yên Iraqê bo parastina Şingalê hatine şandin, îro 1ê Kanûnê roja dawî ye ji bo hêzên bi ser PKKê û Heşda Şabî tevahiya baregehên xwe yên li nava Şingalê vala bikin.

Li gorî nûçeya K24ê îro ji serê sibê ve hêzên YBŞê yên ser PKKê ve dest bi valakirina baregehên li Şingalê kirine.

Fermandarê Operasyonên Neynewayê bi hêzeke mezin gihîştiye Şingalê û 4 lîwayên Polîsên Federalî jî li hemû navçe û qezayên Şingalê bi cih bûne.

Li gorî zanyariyan wê Fewca Yekem a artêşa Iraqê herêmên di navbera Şilo û Eynşebabîk de biparêze û Fewca Duyemîn jî herêmên di navbera Şilo û Herdan de biparêze.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî got: "Îro em berhemê rêkeftina ku di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê hatiye îmzekirin diçinin.”

Xefacî diyar kir: “Ev rêkeftina han ji bo kar û xebata hevbeş ya di navbera me û Hikûmeta Herêma kurdistanê de gelek giring e. Divê hemû hêzên neyasayî ji Şengalê vekişin. Ji bo vegerandina penaberan li ser herêmên xwe jî çi ji destê me bê emê bikin, divê ev navçe bê avedankirin.”

Lîwa Tehsîn Xefacî destnîşan kir: "Li gorî rêkeftinê, artêşa Iraqê û polîsên navxwe li Şingalê bicih dibin. Polîsên Federal jî navçeyên sînor diparêzin. Divê hemû hêzên derveyî rêkeftinê ji Şingalê derkevin"

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr-Bexdayê de bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin ve, PKK li dijî rêkeftinê derdikeve û bi alîgirên xwe xwepêşandanan li dar dixe.

Doh 30ê Mijdarê jî çavkaniyên ewlehiya Iraqê ragihandibûn ku hêzên girêdayî PKKê 7 bingehên xwe yên leşkerî li Şingalê vala kirine.

Li gorî rêkeftina Şingalê divê hemû hêzên biyanî ji herêmê bên derxistin û hêze nû ya ji xelkê Şingalê parastina deverê bike.