Elî Teter: Washington dixwaze rêkeftina Singalê were bicihanîn û hêzên neyasayî bên derxistin
PeyamaKurd – Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ku ligel şandeke parêzgeha Duhokê bi serdaneke fermî li Amerîkayê ye, ragihand ku rêveberiya Washingtonê dixwaze Rêkeftina Şingalê were bicihanîn û hêzên neyasayî jî ji herêmê werin derxistin.
Elî Teter li ser serdana xwe li Washingtonê ji K24ê re daye xuyakirin, rayedarên hikûmeta Amerîkayê raspardeyên wan ên baş ji bo xelk û hikûmet û aliyên siyasî yên Kurdistanê hebûn û daxwaz dikin ku yek deng û yek helwest bin û li Bexdayê beşdarî proseya siyasî bibin.
Teter eşkere kir, Amerîka ji Kurdan daxwaz dike yek deng bin û nehêlin belavbûn di navbera aliyên siyasî de hebe û got, Nûnerê Koşka Spî ji şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye, silavên Serokê Amerîkayê Joe Biden bigihînin serkirdetiya siyasî ya Kurd, bi taybetî jî bigihînin Serok Mesûd Barzanî.
Parêzgarê Duhokê diyar kir, ji bo aramî vegere Şingalê û xelk vegere ser mal û halê xwe, Washington tekezîyê li ser bicihkirina rêkeftina Şingalê dike û dixwaze, ew hêz û aliyên siyasî û çekdarên neyasayî yên li wê navçeyê bicih bûne, derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin