Sûdanî li Singalê ye: ‘Divê rêkeftina Singalê bê bicihkirin’
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro 4ê Adarê bi serokatiya şandeke bilind a hikûmeta Iraqê serdana Şingalê kir.
Parlamenter û qeymeqamê berê yê Şingalê Mehme Xelîl li ser serdana Sûdanê ragihand ku Sûdanî cara yekem e serdana Şingalê dike û di serdanê de wan ji Sûdanî re gotiye, pêwîst e Şingal bê ava kirin û rêkeftina Şingalê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ku di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin jî were bicihkirin.
‘Divê hikûmeta Iraqê xelkê Şingalê qerebû bike’
Mehme Xelîl diyar kir, “Di civîna me ya li gel Sûdanî de me behsa wê yekê jî kir ku pêwîst e hikûmeta Iraqê xelkê Şingalê qerebû bike û herwiha kar bê kirin ku koçber vegerin ser axa xwe û piştî ew karesatên bi serê Şingalê û Şingaliyan hatine pêwîst e Şingal bê avakirin û îdareyeke nû piştî hilbijartinên encûmena parêzgehan li Şingalê pêk bê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin