Mîrê Êzidîyan bi rayedarên Koska Spî re civiya: Rêkeftina Singalê û vegera koçberan...

07 September 2023 18:52 0 dîtin
Mîrê Êzidîyan bi rayedarên Koska Spî re civiya: Rêkeftina Singalê û vegera koçberan...

PeyamaKurd - Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda pê re, Washingtonê bi Şêwirmendê Koşka Spî yê ji bo Karûbarên  Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê Terry Wolff rev hevdîtin kir.

Endamê şanda Kurdên Êzidî ya Washingtonê û Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê yê ji bo Karûbarên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî ragihand ku Mîr Hazim Tehsîn Beg bi Terry Wolff  re pirsa parastina pêkhateyan li Iraqê, rewşa Kurdên Êzidî û vegera koçberan gotûbêj kiriye.

Dr. Xelef Şingalî da zanîn ku di heman hevdîtinê de rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hatiye gotûbêjkirin.

Mîr Tehsîn Beg diyar kiriye ku di hevdîtinê de, Şêwirmendê Koşka Spî yê ji bo karên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ya ji bo Kurdên Êzidî û parastina wan aniye ziman.

Şanda Mîrê Êzidiyan bi rayedarên Wezareta Derve ya Amerîka re jî civiya û hat zanîn ku di hevdîtinan de behsa hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî û avadankirina Şingalê hatiye kirin.