Teter: Washington dixwaze peymana Sengalê bê bicîhanîn

07 April 2022 22:49 0 dîtin
Teter: Washington dixwaze peymana Sengalê bê bicîhanîn

PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Duhokê Elî Teter û heyeta parêzgehê ya di bin serpereştiya wî de, li Washingtonê bi rêvebirên Amerîkayê re hevdîtinan kirin. Teter ji bo K24 ê ragihandiye ku rêvebirên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê desteka xwe ragihandine û xwestine Kurdistanî bi yekîtî tevbigerin û di pêvajoya siyasî ya Bexdayê de ciyê xwe bigrin.

Teter her weha ragihand ku Washingotn di nav Kurdan de perçebûnê naxwaze û nûnerê Koşka Sipî jê xwestiye ku selamên serokê Amerîkayê Joe Biden di serî de bigihîne serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û temamê serpereştiên siyasyî yên Kurdistanê.

Washington ji bo li Şengalê îstîqrar çêbibe xwestiye ku peymana Şengalê bê bicîhanîn û xwestiye ku ew hêzên qanûnî nînin ji navçê derên.

Li aliyê dinê nûnerê Keldaniyan yê Duhokê Robîna Ezîz ku di heyeta Duhokê de ye, got ku Amerîka xwestiye hilbijartinên Herêma Kurdistanê di wextê de çêbibin. Ezîz weha got:

“Hinek teref dixwazin ku kursiyên Keldanî û Aşûriyan kêm bikin lê em ji vêya razî nînin.”