Ji DYAyê banga pêkanîna peymana Sengalê!

25 July 2024 08:47 0 dîtin
Ji DYAyê banga pêkanîna peymana Sengalê!

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz ji her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku bi navê aramî û avadankirina navçeyê rêkeftina Şengalê cîbicî bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller di konfêranseke rojnamevanî de got, "Peyman destpêkek girîng e ji bo hişyarkirina qurbaniyên 2014an."

Miller got, "Hêj peyman nehatiye bicihanîn, lewma em tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna wê dikin."

"Em bang li her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku rêkeftina Şengalê cîbicî bikin, ji ber ku aramî û avadankirina navçeyê tê armanckirin. Wek ku di naveroka rêkeftinê de jî hatiye diyarkirin, ewlekarî û aramiya Şingalê were spartin. Polîsên federal û hêzên Iraqê bi taybetî yên Şengalê."