Pedersen banga pêkanîna qonaxeke veguhêz a pêbawer li aliyên Sûriyê kir

10 December 2024 16:35 0 dîtin
Pedersen banga pêkanîna qonaxeke veguhêz a pêbawer li aliyên Sûriyê kir

PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyê (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen, piştî hilweşîna rejîma Sûriyê di 8ê Kanûna 2024an de, bangewazî li aliyan kir ku ji bo çareseriya siyasî qonaxeke veguhêz pêk bînin.

Pedersen, îro 10ê Kanûnê ragihand: “Divê em bala xwe bidin ser girîngiya pêkanîna qonaxeke veguhêz a pêbawer li Şamê û derdora wê ku ewlekarî û aramiyê garantî dike.”

Nûnerê NY diyar kir: “Aliyên opozisyonê niha hevahengiyeke baş bi hev re dikin û girîng e, em kêşeyekê di navbera wan de nebînin.”

Pedersen destnîşan kir: “Eger pêkhateyên neteweyî bi awayekî berfireh tevlî qonaxa veguhêz nebin, îhtimala derketina şer û pevçûnan heye.”

Geir Pedersen, herwiha da xuyakirin ku eger rêkeftinên baş ên veguhêz pêk werin, dibe ku dawî li cezayan were, penaber vegerin û dadwerî pêk were.

Nûnerê NY li ser êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyeyê jî got: “Em liv û tevgerên Îsraîlê li ser xaka Sûriyê dibînin, divê ev yek raweste û ez wan weke sedema nîgeraniyê dibînim.”

Li ser Heyet Tehrîr El-Şamê jî Pedersen got: “Heyet Tehrîr El-Şam û grûpên çekdar ên din, bi salan e peyamên baş û dilniya dişînin. Ez bawer im ku civaka navdewletî dê ji nû ve vekolînê li ser nixandina Heyet Tehrîr El Şam weke rêxistineke terorîst bike.”