Husên: mebesta pêkanîna Hevpeymaniya Rizgariya Nistiman veguhestina Iraqê ye ji bo qonaxeke din
PeyamaKurd – Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên di derbarê mebesta pêkanîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman de axivî û diyar kir, mebesta pêkanînê, veguhestina Iraqê ye ji bo qonaxeke din.
Elî Husên ji K24ê re daye zanîn, mebesta pêkanîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman, bi rêya pêkanîna hikûmeteke piranî ya niştimanî, veguhestina Iraqê ye bo qonaxeke din, çimkî kabîneyên berê yên hikûmeta Iraqê nekarîne li asta çaverêkirî û daxwazên gelê Iraqê be.
Herwiha Endamê Serkirdetiya PDKê eşkere kiriye, Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman weke xwe maye û ji bo derbaskirina astengiyan dixebite.
Hêjayî gotinê ye, ji ber neyartiya aliyên Şîe yên li nav Çarçoveya Hemahengiyê, Hevpeymaniya Sedir û PDK û Sunnî, ji bo pêkanîna hikûmetê, 40 roj dem dane aliyên Çarçoveya Hemahengiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin