Nêçîrvan Barzanî banga bilezkirina pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê kir

07 February 2020 15:47 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî banga bilezkirina pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê bikaranîna tundûtujiya berdewam a li dijî xwepêşanderên li Iraqê şermezar kir û xwest, ji bo dawîanîna qeyranê divê di demeke herî zû de proseya pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê were yekalîkirin.

Nêçîrvan Barzanî got, “Xwepêşandana aştiyaneya medenî, mafekî destûriya rêpêdayiye, kuştina xwepêşanderan û bikaranîna hêzê ya ji bo belav kirina wan, tawanekî zeq û zeftkirina azadî û mafên destûriyên hemwelatiyan e.”

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamê de destnîşan kir, “Em di demek da daxwaza ragirtina wan tundutîjî û helsukeftên nerewa û neyasayiyane dikîn, piştgîriya xwe ji bo daxwazên rewayên xwepêşanderan yên ji bo dabînkirina xizmetguzarî û xweşguzeranî û jiyanekî baştir ku mafên hêjayê gelê Iraqe dûpat dikîn.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de bal kişand ser têgihîştina daxwaziyên xwepêşanderan û wiha pê de çû: “Divê em hemû wê yekê têbigihin ku kêşe û nerazîbûn û daxwaziyên xelkê, bi bikaranîna hêz û serkutkariyê nayên çareser kirin, heman demî de ji bo dawî anîna wê qeyranê, daxwazê dikîn her çi zûtir e proseya pêkanîna kabîneya nû bê yekalî kirin.”