Rûsya, banga DYAyê ya ku bihayê petrolê daxînin, red kir
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak banga DYAyê ya ku xwest bihayê petrolê di dinyayê de kêm bikin, qebûl nekir û red kir.
Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak, li ser banga DYAyê ku ji Rêxistina Welatên ku Petrolê Îxrac dikin (0PECê) xwest ku bihayê petrolê kêm bikin, got ku ev nayê qebûlkirin. Novak got ku zorekî weha, dê li ser bazara kureyî ya enerjiya dinyayê, bi neyînî bandorê bike.
Novak, îro li ser civîna OPEC+ê ku welatên petrolê hildiberînin civiyabûn, ji kanala TV ya Rossiya-24 ê daxwuyaniyê da. Novak weha got:
“Nabe OPEC banga DYAyê ya daxistina bihayê petrolê bicîh bîne. Mudaxeleyên weha zerarê didin bazara enerjiyê. Ez difikirim ku ev bang tenê di berjewendiya DYA de ye. Biryarên ku welatên OPECê bidin, ne tenê biryarên aborîne lê weke siyasî û stratejik jî girîngin. Ji ber wê, mudaxeleyên ji derve de dikare bandorê li bazarê û têkiliyên navdewletî bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin