Rûsya: Em bihayê petrolê yê YA û G7 danî qebûl nakin
PeyamaKurd – Welatên Yekîtiya Awrûpayê û welatên G7ê îro ragihandin ku ji bo petrola Rûsyayê ya di ser deryayê de diçe welatên din, jê re serê varêlê bihayê 60 dolarî danîne û Avûstralya jî bi wan re biryarê qebûl kirine. Lê bê rawestan ji Kremlînê bersiva ji bo YA yê hat dayîn. Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov ragihand ku ew biryarê qebûl nakin û ji bo wê jî amade ne. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Rûsyayê TASSê Peskov weha gotiye:
“Em li rewşê dinêrin. Ji bo bihayê herî zêde yê weka niha amadekarî hatibûn kirin. Em vî bihayê han qebûl nakin. Piştî em bigihên baweriyekê, em ê car din we ji encamê agahdar bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin