Amerîka, ji bo Hindistan petrolê ji Rûsya bikire sertan danî ber Hindistanê

12 November 2022 19:26 0 dîtin
Amerîka, ji bo Hindistan petrolê ji Rûsya bikire sertan danî ber Hindistanê

PeyamaKurd – Amerîka ji bo Hindistan dewam bike û petrolê ji Rûsyayê bikire hinek şertan danî ber Hindistanê. Li gor şertên Amerîkayê; ya wê Hindistan li pey fiyeta herî bilind ya G7an here an wê dev ji xizmetên Rojava yên sîgorta û neqliyê berde.

Wezîra xezînê ya Amerîkayê Janet Yellen bi wezîra maliye ya Hindistanê bi Nirmala Sitharaman re li payîtexta Hindistanê Delhi ya Nû hat cem hev. Her dû wezîr ji bo çapemeniyê ragihandin ku wê petrola xam ya Rûsyayê bi bihayên destnîşankirî bikirin.

Yellen, ragihand ku eger Yekîtiya Awrûpayê di meha pêşiya me de ji Rûsyayê îtxala petrolê ya di ser bejayiyê de rawestîne, wê Moskova bihayê danîtî û di bazarê de daxistina bihayê petrolê qebûl bike. Yellen weha dewam kir:

“Yekîtiya Awrûpayê dema dest ji petrola Rûsya berde, wê rûsya nikaribe ewqas petrolê bifroşe. Wê mekanizma bêhtir bibe destek ji bo Hindistanê û welatên ku di ser bihayê G7an de petrolê ji Rûsyayê dikirin.”