Rûsya îxracata petrolê ya ji bo Hindistanê du qat zêde kir

09 July 2024 20:48 0 dîtin
Rûsya îxracata petrolê ya ji bo Hindistanê du qat zêde kir

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak ragihand ku îxracata petrolê ya ji bo Hindistanê li gor sala 2023an du car lê zêdetir kirine. Novak got:

“Hindistan bûye bazara bingehîn. Hindistan îro di enerjiyê de di nav hevkarên me yên esasî de ye.”

Novak ragihandina xwe li Moskovayê piştî hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, di kanala televizyona Rûsya ya dewletê ya bi navê Rossiya-1ê de kir. Novak li ser mijarê weha got:

“Rûsya di sala 2022an de 45 milyon ton petrol şand Hindistanê û di sala 2023an de 90 milyon ton petrolê şand û me sewqiyatê du qat kir. Ev reqem dike %40ê petrola ku Hindistan ji derve dikire.

Hindistan di sektora petrolê de xwediyê cihekî girînge. Hindistan bû bazara bingehîn. Hindistan îro di nav hevkarên me yên kîlît (mifte) de ye. Di sala 2021an de me tenê 5 milyon ton petrolê dabû wan. Li gor wê wextê hema firotina petrola me 20 qat zêdetir bûye.

Niha em li ser peymanekî wextê wê dirêj bi Hindistanê re dixebitin. Bi Hindistanê re hecma me ya bazirganiyê di sala borî de, li gor saltira berê %60 zêde bûye û gihaye 65 milyar dolarî.