Rûsya îxracata petrolê bo Ûkraynayê qedexe kir

18 April 2019 22:06 0 dîtin
Rûsya îxracata petrolê bo Ûkraynayê qedexe kir

PeyamaKurd- Rûsya li ser dorpêça ku Ûkrayna daniye ser welatê wan, ew jî bersiva Ûkraynayê bi dorpêçê da. Biryara Rûsya ew e ku ji niha û pê de petrol û berhemên petrolê yên Rûsyayê neyên firotin bo Ûkraynayê.

Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, di divîna encumena wezîran de mijarê ragihand û got li hember dorpêçên Ûkraynayê, wan jî vê biryara li jorê daye. Rûsya hem lîsta malên ku dê ji Ûkraynayê neyên kirîn firehtir kiriye. Medvedev, got ku sala borî ew malên ku maliyeta wan 250 mîlyon dolar bûn yên weka makîne, sanayiya sivik û honandina metal hemûyan xistine nava lîstê.