Rûsya, ji bo 6 mehan îxracata petrolê radiwestîne
PeyamaKurd – Rûsya ji bo daxwazên bikarêner û cotyarên xwe yên petrolê bîne cîh, wê pêdviya petrola wan amade bike û paşî ji bo 6 mehan îxracata petrolê bide rawestandin. Rawestandina petrolê wê di 1 ê Adarê de destpêbike û 6 meh dewam bike. Di nav 6 mehan de, hem wê tamîra rafîneriyên xwe bike.
Biryara ku ji aliyê cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alexander Novak de hat ragihandin, wê bandorê li Tirkiyê jî bike ji ber Tirkiye yek ji wan welata ye ku ji Rûsyayê petrolê dikire. Li gor ragihandina dezga medyayê ya Rûsyayê RBCê; biryar ne ji bo welatên endam yên Yekîtiya Aborî ya Awrasya û Moxolistan, Özbekistan û deverên Gurcistanê yên Osetya başûr û Abhazyayê ye.
Li gor ajansa Interfaxê; Novak gotiye ku ji bo bihayê petrolê bilind nebe, wê erza nav bazarê %16 zêde bikin. Hem Kremlîn dixwaze berya hilbijartina Rûsyayê ya di navbera 15-17ê Adarê de, dixwaze ber li zêdebûna bihayê petrolê bigre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin