Çîn ji Rûsya û Ûkraynayê xwest ku îxracata dexlê dewam bikin

23 July 2023 01:23 0 dîtin
Çîn ji Rûsya û Ûkraynayê xwest ku îxracata dexlê dewam bikin

PeyamaKurd – Cîgirê nûnerê Çînê yê daîmî yê li Neteweyên Yekgirtî Gıng Şuang ji bo sivikkirina krîza dexl û gubrê ya welatên ku hêj nûh pêşde diçin, bang li Rûsya û Ûkraynayê kir ku îxracata dexl û gubrê dewam bikin.

Gıng, ji bo erza xida navdewletî biparêzin û di bazarê de îstîqrar bibe, bang li her dû dewletan kir. Li gor tora TV yên Çînê yên kureyî (CGTN); Gıng hêvî kiriye ku her 2 welat, endîşeyên rewa yên cîranan çareser bikin û bi beşa NY re bixebitin.

Cîgirê sekreterê giştî yê NY û koordînatorê alîkariya lezgîn Martin Griffiths di konseya ewlehiyê de axifî û got:

“Bi biryara Rûsyayê xeyalên me şikestin. Ev ne tenê xemgîniya 362 mîlyanaye lê ya wan, zarokên wan û ya dahatûya wan e. Ew ne xeydane, hêrsa wan rabûye û bi tirsin, wê hinek kes birçî bimînin û hinek ji ber birçîbûnê bimrin.”