Hindistanê rêjeya hawirdekirina petrola Rûsya û Iraqê zêde kir

01 October 2023 15:33 0 dîtin
Hindistanê rêjeya hawirdekirina petrola Rûsya û Iraqê zêde kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hindistanê di demên dawî de, hawirdeya petrolê ji Rûsya û Iraqê zêde kiriye ku welatê sêyem ê cîhanê ye ku petrolê ji derve distîne.

Li aliyê din Hindistanê li gorî daneyê meha borî tevî zêdekirina hawirdeya petrola Rûsya û Iraqê, ya Erebistana Siûdî jî kêm kiriye.

Li gorî çavkaniyan, Hindistan ji ber ku bihayê petrola Rûsî û Iraqê bi qasî du dolaran serê bermîlê kêmtir e, berê xwe daye kirîna petrola wan welatan.

Li gorî amaran Hindistanê meha borî ji Rûsyayê rojane 1.55 milyon  bermîl ptrol kiriye û ev jî zêdebûna rêjeya ji sedî 16 nîşan dide. Dîsa ji Iraqê 1,1 milyon bermîl petrol hawirde kiriye ku ji Siûdî jî tenê 676 milyon bermîl hatine hawirdekirin.