Li bakurê Afganistanê balafirek ket! Ji Rûsya û Hindistanê daxuyanî hatin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafireke rêwiyan li bakurê Afganistanê ketiye û nasnameya balafirê hîn nehatiye diyarkirin.
Li gorî nûçeyan balafir a Hindistanê bûye, lê Wezareta Hewavaniyê ya Hindistanê ragihand ku ew ne balafireke hewavaniya Hindistanê ye.
Li aliyê de Saziya Hewevaniyê ya Rûsî jî ragihand ku balafireke li ser Rûsyayê hatiye tomarkirin û 6 kes tê de hebûn dibe ku ketibe, ji ber ku ji ser radarê şopa wê winda bûye.
Rûsyayê ragihandiye ku balafireke Falcon 10 a ji aliyê Fransa ve hatiye çêkirin bûye û tê gotin ku li dorûbera wîlayeta Badakhshan a Afganistanê ketiye. Herwiha hatiye zanîn ku ew balafir ji Hindistanê bi rê ketiye û ji ser Ozbekistanê ve ber bi Moskowê ve diçû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin