Ji ber tevlîbûna ‘referandûma serxwebûna Kurdistanê’ dê bên darizandin

04 August 2022 00:18 0 dîtin
Ji ber tevlîbûna ‘referandûma serxwebûna Kurdistanê’ dê bên darizandin

PeyamaKurd – Li Başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê jimareyek efser û polîs ji ber tevlî ‘referandûma serxwebûna Kurdistanê’ bûne, tên darizandin. Biryar hatiye dayîn ku sibê li dadgeha leşkerî kesên navborî amade bin.

Dadgeha asayîşa navxwe ya Kerkûkê ji hinek efser û polîsên Kurd xwestiye ku divê siba li dadgehê amade bin. Sedem jî tevlîbûna ‘referandûma serxwebûna Kurdistanê’ ye.

Di 25.09.2017 an de referandûma serxwebûna Kurdistanê hat kirin û kesên tevlî referandûmê bûn % 92 yê wan gotibûn erê an ku serxwebûna Kurdistanê xwestibûn û jimara wan li dora 3 mîlyonan bû.