Jeffrey bersiv da pirsên ‘Serxwebûna Kurdistanê’ û ‘pistevaniya Tirkiyê bo DAISê’

09 December 2020 18:04 0 dîtin
Jeffrey bersiv da pirsên ‘Serxwebûna Kurdistanê’ û ‘pistevaniya Tirkiyê bo DAISê’

PeyamaKurd – Nûnerê berê yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê, James Jeffrey ku bi nêzîkbûna xwe ya Enqerê ji dema balyoztiya xwe ve tê zanîn, li Brîtanyayê beşdarî panelekê bû û bersiva pirsa ‘Serxwebûna Kurdistanê’ û 'piştgiriya Tirkiyê bo DAIŞê' jî da.

James Jeffrey bêyî ku ti piştevaniyê bide dibêje, “Wê serxwebûnek li başûrê rojhilatê Tirkiyê, bakurê Iraqê bandoreke wê ya mezin hebe li Îran, Sûriye û Iraqê.”

Jeffrey bal kişandiye ser sedema xirabûna têkiliyên Amerîkayê bi Tirkiyê re jî û wekî sedema sereke kirîna S-400ên rûsî nîşan daye.

Jeffrey li ser pirsekê diyar kiriye ku ji bo Tirkiyê têkoşîna dijî DAIŞê bi salan di rêza 4an de bûye û gotiye: “Karê sereke yê Tirkiyê li Sûriyê bi salan ne DAIŞ bû. Nehiştina bidestxistina pozîsyoneke xurt a HSDê bû li sînorên başûr. Herwiha çêkirina hevsengiyekê bû bi Rûsya û Îranê re. Ji bo Tirkiyê DAIŞ di rêza çaran de bû.”

James Jeffrey herwiha dibêje, ew dîsa jî nikarin bibêjein ku Tirkiyê piştevaniya DAIŞê kiriye, ji ber ku Amerîka bixwe jî di cudakirina wan komên bi ser El Qaîdeyê de bi ser neketiye