Demirtas bersiva pirsên derbarê birina xwe ya Diyarbekirê de da
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bersiva pirsên derbarê birina xwe Diyarbekirê ya ji bo serdana bavê xwe da.
Demirtaş tekez kir û got, eger ew wî bi balafirê bigihînin Diyarbekirê û bi gemiyê jî bibin Marsê jî, heta ku bêedaletî û bêhiqûqî zêde bibin, rewş nayê guhertin.
Herwiha Demirtaş li ser birin xwe ya Diyarbekirê jî da zanîn: “Ez bi azmûneke mezin dizanim ku ev yek tenê bi erêkirina Serokomar dikare pêk were.”
Demirtaş diyar kir: “Her kes dizane ku AKP bêyî dengên Kurdan di hilbijartinan de bi ser nakeve. Ji ber vê yekê tiştekî normal e ku hin gavan biavêje. Ya ku ne normal e, helwesta kesên ku cesareta wan tune ye ku gavan bavêjin." "Digel ku ev hemû bûyer di bîra me de zindî ne, bêheqî û bêhiqûqî her ku diçe zêde dibin, min bi jetê bibin Diyarbekir an jî bi gemiyê bibin Marsê jî rewş nayê guhertin."
Demîrtaş ji girtîgehê bi rêya parêzerên xwe pirsên rojnamevan Îsmaîl Saymaz bersivand û got: "Axir ev rewşek mirovî bû, ne rast e ku em peyamên mezin ên siyasî jê derxin. Divê neyê jibîrkirin ku 6 sal in em bêguneh in. Tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî em di hucreyeke 12 metreçargoşeyî de bi hezaran kîlometre dûrî malbata xwe, em girtî ne."
“Hinek îdia dikin ku bi vê serdanê hikûmetê jest kiriye. Ma ev jestek e?” Selahattin Demirtaş li ser vê pirsê wiha bersiv da:
“Ez difikirim ku ji ber rewşa min a taybet ez bi tedbîrek ewlehiyê ya wiha hatim birin. Wekî din, gava pêşî em hatin girtin jî heman 'destûr' kirin. Kesî nepirsî û negot: “Çima we ew bi balafir û helîkopterê birin girtîgehê?”
Ji ber vê yekê ez texmîn dikim ku ew ne jestek bû, ji ber pozîsyon û hesasiyeta min a ewlehiyê hewcedariyek bû. Jixwe ew rewşek mirovî bû, ne rast e ku em jê peyamên siyasî derxin. Divê neyê jibîrkirin ku 6 sal in em bêguneh û tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di hucreyeke 12 metrekare ya bi hezaran kîlometre dûrî malbata xwe de tên ragirtin.
Ez difikirim ku ev tiştê ku divê were pirsîn e. Wekî din, helwesta min a li hember helwesta mirovahî di çarçoveya rêzgirtinê de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin