Yapicioglu bersiva banga Demirtas da: Belkî...
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, li ser banga Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş axivî û got, ‘Heger vegerin ser zemîna meşrû û ji tundî û zimanê tundiyê dûr bisekinin, dibe ku em biaxivin, ew jî belkî.”
Yapicioglu di bernameyeke televizyoneke Tirk de li ser mijarê diyar kir, “Heger hin merc pêk werin, dibe ku em wî destî bigirin; bila pêşî xwîna Kurdan a destê xwe bişon, di serî de Selahattîn Demirtaş. Bila mesafeyê bixin navbera xwe û tundiyê. Zimanê wan ji destê wan qilêrtir e. Bila paqij bikin.”
Di dewamê de jî Yapicioglu got: “Bila werin ser zemîna meşrû. Bila îradeya xwe ya xwebixwe derxin holê. Wê demê belkî em biaxivin, ew jî belkî.”
Selahattîn Demirtaş, li ser axaftina balkonê ya Erdogan a piştî serkeftina hilbijartinê ku dirûşmên îdamkirina wî hatibûn qêrîn, ji bo Serokê HUDA PARê gotibû: “Destê Kurdan ji yê Destici ne bêqîmettir e. Niha destê ku herin bigirin yên HDPiyên parlamentoyê ne. Divê ti kes ji me prîm nede van lîstikên qirêj û em berê xwe bidin berjewendiyên gelê xwe. Hêvîdarim, ev peyamên min bersivê bibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin