Demirtas, Îsmaîl Besîkcî jî di nav de bersiva pirsên 45 kesan da
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edirneyê bersiva pirsên 45 kesayetên naskirî yên rojnamevan, hunermend, nivîskar û rewşenbîran da.
Civaknas Doktar Îsmaîl Beşîkcî jî derbarê piştguhkirina zimanê Kurdî ji aliyê berpirsên HDPê ve ji Demirtaş pirs kir û Demirtaş got: "Hê ji bo çareserkirina vê mijarê dem heye. Divê ji bo parastinê, ziman bê bikaranîn. Eger Tirkiye dewleta Kurdan e jî, divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û bibe alîkar."
Demîrtaş li ser tometbarkirina wî bi endamtiya PKKê jî diyar kir ku ti pêwendiya wî bi PKKê ve nîne û da zanîn ku wan siyaseta meşrû ya dijî çekan hilbijartiye û wiha got:
“Eger ez endam an jî rêveberê PKKê bûma, min ev yek ji dadgehê venedişart. Tiştekî min ê bê veşartin nîne.”
Selahattîn Demîrtaş heriwah destnîşan kir ku ew ji bilî HDPê ne girêdayî ti partî û aliyekî din e.
Demirtaş, ji ber axaftin û daxuyaniyên xwe ji 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin û tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derhal serbest berdanê jî hîn di girtîgeha Edirne de zindanîkirî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin