Kabîneya Kurdistanê li parlamentoyê bersiva pirsên parlamenteran dide
PeyamaKurd - Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê çû nava Parlementoya Iraqê ku biryare kabîneya Hikûmeta Kurdistanê di civîna îro ya parlementoyê de bersiva pirsên parlementeran bide.
Hat ragihandin ku di civînê de wê Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Samanên Siruştî Kemal Etruşî, Wezîrê Plandanînê Dara Reşîd, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Umêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm amade bin.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê li ser pirsa mûçe û dahatên xalên sînorî û çend babetên din, bersiva pirsên parlementeran bide û gotûbêjê li ser qonaxên rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin