Kabîneya Kurdistanê projeya reforman pesend kir û disîne parlamentoyê

11 December 2019 20:18 0 dîtin
Kabîneya Kurdistanê projeya reforman pesend kir û disîne parlamentoyê

PeyamaKurd – Civata Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrur Barzanî û bi mijara projeya çaksaziyê (reform) civînek li dar xist.

Hat ragihandin ku di civîna îro de, projeya reforman ji aliyê kabîneya hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatiye pesend kirin.

Di civîna îro de, danûstandin li serreşnivîsa projeyasaya çaksaziyê li xanenişîn, mûçe, dermale, bexşîn û imtîyazatên din li herêma Kurdistanê hate kirin, ku beşek ji bernameya temam ya çaksaziyê di çarçoveya karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Barzanî di civînê de destnîşan kir, çaksazî pêvajoyeke berdewam e û di pêngavên bê de, tevahiya kertan li xwe digire.

Mesrur Barzanî got, di destpêka destbikarbûna Kabîneya Nehem de, wan soz da ye, vê projeyasayê bişînin Parlemanê û ev proje ya hemû aliyên beşdarên hikûmetê ye û di çarçoveya berjewendiyên giştî û dadperweriyê de ye û wê mafên xelkê hêja parastî bin.

Piştî danûstandinên berfireh li ser yek bi yek ji birgeyên projeyasayê û piştî cîgirkirina çend guhertinan, Civata Wezîran, bi tevahiya dengan projeyasaya çaksaziyê pejirand,

Projeya çaksaziyê piştî ku hat pesend kirin, wê biçe ber Parlamentoya Kurdistanê û li wir li ser projeyê gotûbêj werin kirin.

Hikûmeta Kurdistanê projeya reforman pêşkeşî parlamenê dike