Du projeyasayên dahatên Kurdistanê hatin pesend kirin
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro 26ê Gulanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Piştî civînê hat ragihandin; di beşa yekem a kombûnê de behsa mekanîzmeya bicihanîna madeya 5em a yasaya çaksaziyê ya hejmar 2 a sala 2020 hat kirin û ku taybet bû bi rêkxistina dermalan li ber ronahiya yasayên karpêkirî bi awayekî ku divê dermaleyên pêwîst parastî bin û dadwerî di xerckirina dermalan de hebe û li gora yasayên karpêkirî bê cibicikirin.
Beşa duyem a karnameya kombûnê, taybet bû bi pêşkêşkirina dahatên navxwe û rola wezaretên taybet bi pêşxistin û bêrêxistinkirina dahatên navxweyî yên Herêmê û astê pabendbûna wezaretan û pêdaçûnên fermî ya xizmetguzariyan.
Hat ragihandin ku Encûmena Wezîran herdu projeyasayên sererastkirina yasaya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê û projeyasaya hilberîn û hawerdekirina berhemanên çandiniyê pesend kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin