Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê hatin pesendkirin
PeyamaKurd – Herdu navên ji bo Cîgirtya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê hatin pesendkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî herdu navên ji bo cîgirtiya Serokatiya Herêma Kurdistanê erê kirin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand, ku Nêçîrvan Barzanî, herdu navên ji bo Cîgirtiya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir ê Tevgera Goranê û Ceifer Şêx Mistefa yê YNKyî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hatine erêkirin.
Li gorî vê biyarê, Mistefa Seyîd Qadir bû cîgirê yekem ê Serokê Herêma Kurdistanê û Ceifer Şêx Mistefa jî bû duyemîn Cîgirê fermî yê Serokê Herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin