Serokê Herêma Kurdistanê hatina meha Remezana pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi peyamekê hatina meha Remezana pîroz li tevaya mislimanan; li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ez hêvîdar im ku ev meha pîroz xêr, xweşî û bexteweriyê bi xwe ra bîne û aştî û seqamgîrî perên xwe bi ser mirovatiyê da bikêşe.”
Herwiha da zanîn: “Da em hemû bi hevra wate û waneyên birojûbûn û meha pîroz ya Remezanê bikin, hêvênê bihevrabûn, biratî, lêborîn û zêdetir bicihkirina buhayên mirovahî û aştbûnê. Xwedaperistî û rojûyên hemŷan qebûl bin û Xwedayê mezin hemû aliyan biparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin