Serokê Herêma Kurdistanê hatina cejna Cemayê li Êzîdiyan pîroz kir

06 October 2022 14:02 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê hatina cejna Cemayê li Êzîdiyan pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi peyamekê hatina cejna Cemayê li Êzîdiyan pîroz kir û got: “Hewlên wan ji bo rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsa hemû Êzîdiyên revandî, berdewan dibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hatina cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de eşkere kir: “Cejna Cemayê li hemû xwişk û birayên Êzîdî yên li Kurdistanê û li her dereke cîhanê bin bi germî pîroz dikim. Hêvîdar im cejneke xweş û aram derbas bikin û cejn û bîrhatinên bên di rewşeke baştir de pîroz bikin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Di demekê de ku Cejna Cemayê tê pîrozkirin, dilê me li cem wan malbat û xwişk û birayên me yên Êzîdî ne ku heta niha kesûkarên wan revandî ne. Em wan dilrehet dikin ku heta revandiyeke Êzîdî mabe jî, wê ji bo rizgarkirina wan û diyarkirina çarenivîsa wan xebatên me berdewam bin.”