Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzîdî pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekê Cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzîdî pîroz kir û diyar kir: “Em malbatên revandiyan piştrast dikin ku her tim li ser hewlên xwe ji bo vedîtin, vegerandin û eşkerekirina çarenivîsa revandiyan berdewam dibin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Cejna Çileya Havînê li hemû xwişk û birayên me yên Êzîdî li Kurdistanê û her dera cîhanê bin, bi taybet jî yên ku hîn di kampan de aware ne, bi germî pîroz dikin. Hêvîdar im cejn aramî, xêr û xweşiyê ligel xwe bîne.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Di hemû cejn û bîrhatinan de, em xwişk û birayên xwe yên Êzîdî yên ku bûne qurbaniyê destê terorê, bi bîr tînin, serê xwe li ber giyanê wan diçemînin, malbatên revandiyan piştrast dikin ku her tim li ser hewlên xwe berdewam bin ji bo vedîtin, vegerandin û eşkerekirina çarenivîsa revandiyan.”
Hêjayî gotinê ye, Cejna Çileya Havînê yan jî “Çileya Tîrmehê” her sal di 40emîn roja Havînê de tê pîrozkirin. Wek çawa “Şeva Yelda” dirêjtirîn şeva salê ye, Çileya Havînê jî dirêjtirîn roja Salê ye û di nav Kurdan de xwedî girîngiyeke taybet e, niha jî tenê Kurdên Êzîdî her sal vê rojê pîroz dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin