Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çileyê Havînê li kurdên êzdî pîroz kir

31 July 2019 10:50 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Çileyê Havînê li kurdên êzdî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Çileyê Havînê peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahîyê de Cejna Çileyê Havînê li kurdên êzdî  pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Çileyê Havînê ya êzdiyan pîroz kir. Barzanî di peyama xwe da wiha got; “Bi germî li rêzdaran mîrê êzdiyan û meclîsa rûhanî û hemû xwişk û birayên êzdî yên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn bi xêr û şadî ji bo hemû êzdiyan û Kurdistanê bi giştî vegerê.”

Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje ew bi rêz û rûmet qurbaniyên karesatên hatine serê kurdan êzidî bibîr tînin.

Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Hêvîdar im cejn û bîrhatinên bên di rewşeke baştir de bin û hemû xwuşk û birayên me yên êzdî vegeriyabin li war û cihên xwe yên avakirî û herwiha wenda û revandî jî azad bibin. Careka din cejna Çileyê Havînê li hemû xwişk birayên êzdî pîroz be.”