Civata Wezîrên Kurdistanê hejmarek rêziknameyên yasaya reforman pesend kir
PeyamaKurd - Civat Wezîrên Herêma Kurdistanê bi seroktiya Serokwezîr Mesrur Barzanî civîna xwe ya asayî ya hefetane bi rêya vîdyokonferansê li dar xist.
Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin ku di beşa yekem a civînê de, di çarçoveya pêngavên destnîşankirî yê cîbicîkirina yasaya çaksazîyê, Wezîrê Darayî û Aborîyê Awat Şêx Cenab peyrewa navxweyî bo sindoqa xanenişîna fermanberê Herêmê pêşkeş kir.
Civata Wezîran bi tevaya dengan ew peyrew pesind kir, ku mebesta sereke ji evê sindoqê zamimkirina xanenişînên Herêma Kurdistanê ye li hemû warên fermanberîyê de. Li gor vê peyrewê dahata sindoqî tenê bo şayîsteyên darayî yên xanenişînan tê xerckirin. Wê sindoqê jî civatekerêvebirinê dê hebe ji nûnerên wezaretên peywendîdar.
Piştre, Amanc Rehîm, sekretêrê Civata Wezîran her di çarçoveya peyrewên taybet bi cîbicîkirina yasaya çaksazîyê de ( peyrewa taybet bi mercên damezrandinê bi pileya rêveberê girşî û berev ser ve) tevî mercên giştî yên damezrandinê di fermanerîyên giştî de, pêşkeş kir. Piştî gênegeş û nerîn guhertinê bi tevaya dengan ew peyrew jî heta pesindkirin. Ku mebesta sereke ji evê peyrewê reçavkirina hebûna birwaname û şarezayî û jêhatîyê ye di wan kesên de ku evan pileyên fermaneberînîyê digirin dest xwe û rola serkirdatîya karîgîya dîyar hebe li rêvebirina erk û çalakîyên wezaretan wek kesên teknokrat.
Proje yasa ya nû ya firotin û bi kirêdana mulkên dewletî ji alîyê Vala Ferîd, wezîra Herêmê bo karûbarên perlemanê hate pêşkeşkirin û bi tevaya dengan hate pesindkirin.
Dawiyê biryar hate dayîn li ser pêşniyaza hevpişka herdu wezaretên Şarewanî û Geştûguzar û Çandin û Çavaknîyên Avê a taybet bi destpêkirina proseya cîbicîkirina yasaya rêkxistina mafê reftarkirin li ser zevîyê çandinê hejmare 1 a sala 2008ê ya taybet bi qerebûkirina wan cutyarên ku merc û pêdawîstîyên hatî di yasa ya amaje pêkirî de têde hene û heya niha mameleyên wan nehatine rayîkirin. Ew jî piştî hûrbînîya dosêyan û diltenahbûna ji mercên yasayî. Bi vî awayî pişkeka mezin ji arîşeyên gelek ji wan hevwelatîyan dihêne çareserkirin, ewên ku bi rêya kart û li gor hejîbûnê zevî dayine wan li salên berê, lê heya niha fermangehên tapo yê bi navên wan nekirine. Delîveyê jî dide wan hevwelatîyên yeke yên akincîbûnê ji pirojeyan kirîne, bi fermî bi navên xwe bikin. Bo evê mebestê jî, wezîrên Şarewanî û Geştûguzar, Çandin û Çavaknîyên Avê û Dad hatin raspartin daku lezê bikin ji rayîkirina mameleyên yasayî yên wan hevwelatîyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin