Wê veberhênerên Îmaratê li Kurdistanê hejmarek projeyan bicih bînin
PeyamaKurd - Şandeke veberhênerên Îmaratê serdana serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Wezareta Gihandin û Veguhestinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya. Hate ragihandin ku biryar e veberhênerên Îmaratî di paşerojê de çend projeyan di warê veguhestinê de li Herêma Kurdistanê pêk bînin.
Wezareta Veguhestin û Gehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 25ê Sibatê ragihand, “Wezîrê Veguhestin û Gehandinê Ano Cewher Abduka pêşwaziya veberhênerên Îmarat û nûnerên Kompanyaya DP-World bi serokatiya Ebdulah el Haşmî kir û di civînê de li ser sektorên wezareta me nîqaşên berfireh hatin kirin û derfetên xebatên hevpar ên bi sektora taybet re hatin pêşkêşkirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di hevdîtinê de Wezîrê Gihandin û Veguhestinê amaje bi nêrîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya li ser dabînkirina derfetan bo sermayedarên welatên pêşketî kir daku Herêma Kurdistanê di warên cuda de zêdetir pêşde bibin û vejînin.”
Herwiha hate diyarkirin, “Daxwaza veberhênerên Îmaratê ji çend pirojeyan di warê veguhestinê de pêk tê, ku biryar e di paşerojê de li Herêma Kurdistanê bên bicihkirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Kompanyaya DP-World kompaniyeke navneteweyî ya bihêz e di warê veguheztinê de ku bi ezmûn, karmend û alavên nûjen karûbarên xwe pêşkêş dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin