Herêma Kurdistanê têkiliyên bazirganî yên bi Îmaratê re berfireh dike

30 October 2023 18:27 0 dîtin
Herêma Kurdistanê têkiliyên bazirganî yên bi Îmaratê re berfireh dike

PeyamaKurd - Şandeke Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Îmaratê kir û îro 30yê Cotmehê bi veberhênerên îmaratî re civiya.

Serokê Desteya Veberhênananê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî da zanîn, li gorî rênima û raspardeyên rasterast ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, emê hêsankariyan bikin ji bo sermayedarên Îmaratê werin Herêma Kurdistanê û veberênanê bikin.

Ofîsa Pevguhertina Agahdariyê ya Hikûmeta Îmarata Erebî, bi 32 welatan re hevkariyên girîng dike û Herêma Kurdistanê jî yek ji wan welatan e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankariya Îmaratiyan re dike û dixwaze peywendiyan bi wî welatî re bihêztir bike.

Hêjayî gotinê ye, Îmarat piştî Tirkiye, Îran û Çînê, çaremîn hevparê bazirganî yê Herêma Kurdistanê ye û salane zêdetirî milyarek dolar hinardekirinê bo Herêma Kurdistanê dike. Li gor amarên Desteya Veberhênanê, zêdetirî 150 kompaniyên Îmaratê bi 2.57 milyar dolaran di sektorên cuda yên Herêma Kurdistanê de veberhênanê dikin.