Wezîrê Bazirganî bang li kompaniyên Fransî kir ku li Herêma Kurdistanê kar bikin

23 September 2024 15:47 0 dîtin
Wezîrê Bazirganî bang li kompaniyên Fransî kir ku li Herêma Kurdistanê kar bikin

PeyamaKurd - Wezîrê Bazirganî û Pîşesazîyê yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim ragihand ku Herêma Kurdistanê xwedî potansiyeleke aborî ya mezin û baş e û derfetên baş ên sermayedariyê hene ku kargeh bên avakirin.

Korbenda Aborî ya Fransa û Kurdistanê îro li Parîsê bi hemahengiya Desteya Veberhênana Herêma Kurdistanê û Tevgera Aborî ya Fransayê tê lidarxistin.

Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim di derbarê korbendê de ji K24ê re ragihand ku Korbenda Parîsê pir gring e û ew ê hewl bidin ku. derfetên veberhênanê yên li Herêma Kurdistanê ji sermayedarên Frensî re vebêjin.

Kemal Muslim destnîşan kir ku wan ji Fransiyan re daye zanîn ku li Herêma Kurdistanê derfetên baş û mezin ên hilberîn û veberhênê hene û got: "Me diyar kir ku herêm ji hemû aliyan ve xweş û aram e. Divê sermayedarên we bên Kurdistanê û karên baş bikin. Di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de pêwendiyên siyasî yên baş hene. Ji ber wê jî divê pêwendiyên di warê aborî de jî xuya bibin. Lê belê mixabin ku dema sermayedarên Fransî dipeyivin her qala Iraqê dikin û wisa dizanin ku Herêma Kurdistanê jî mîna navçeyên din ên Iraqê ne aram e. Ji bo wê jî me xwest ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û pêwendiyên xwe yên bazirganî bihêztir bikin. Me got em ê ji bo we hêsankariyên baş bikin da ku hun bên li Kurdistanê kar bikin. Me diyar kir ku divê herêm bibe bazareke berhemên xwe. Me bi wan ragihand ku divê Fransa di warê berhemdariya Herêma Kurdistanê de bibe cihê bazarê çimku Fransa, di warê pîşesaziyê de de xwedî ezmûneke mezin e û ev ji bo me derfetek baş e."