Pêwendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê û Qeterê bi pês dikevin
PeyamaKurd – Di demekê de ku Kurdistan û Qeter tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganî yên di navbera her du welatan de dikin, biryar e şandeke Qeterê bi vê armancê di nava 2 mehên bê de serdana Herêma Kurdistanê bike.
Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê û Encûmena Îdarî ya Qeterê çend mijarên girêdayî pêwendiyên bazirganî yên dualî gotûbêj kirin.
Di civîna ku di navbera Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî û Cîgirê Yekem ê Serokê Encumena Îdarî ya Qeterê Mihemed Bin Ehmed Bin Twar El-Kuwarî de bi beşdariya gelek sermayedarên her du aliyan pêk hat, pêşxistina tekîd li ser têkiliyên bazirganî yên dualî hat kirin.
Ji bo vê mebestê jî biryar e di heyama du mehên bê de şandeke Qeterê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Di hevdîtinê de mekanîzmaya avakirina federasyona veberhênanê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de jî hat nirxandin.
Aliyê Qeterî amadehiya xwe û keyfxweşiya xwe li ser vê mijarê nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê jîngeheke guncaw e ku Qeterê di hemû waran de veberhênan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin